• Monday, 01 July 2024
logo

Berdevkê YPGê: Ji hemû aliyên siyasî şehîdên me hene

Gulan Media February 22, 2021 Nûçe
Berdevkê YPGê: Ji hemû aliyên siyasî şehîdên me hene
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand ku di nav şehîdên YPGê de ji hemû aliyên siyasî şehîd hene û divê partiyên siyasî jî yekrêziya xwe bînin.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand ku ji Rûdawê re ragihand, ku divê aliyên siyasî yên Kurdî li ser peymaneke civakî li hev bikin û destkeftan biparêzin.

Nûrî Mehmûd dibêje, ew peymana civakî dê bibe weke destûrek ji bo hemû aliyan û bikeve xizmeta doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Mehmûd wiha axivî: “Li cem min di yekîtiya Kurdan de problem heye. Kurd di hêvî û karên xwe de yek in û herwiha di qurbaniyên dane de jî yek in. Weke hûn dizanin ez îro di nav YPGê de me, di nav şehîdên YPGê de ji hemû nêrîn û partiyên siyasî şehîd hene. Eger hûn herin gora şehîdan wan dê vê yekê bibînin. Wan şehîdan ji ber namûs û statûbûna Kurdan de canê xwe xwîna xwe dane û bi wî rengî em gihandina roja îro.”

Berdevkê YPGê amaje bi wê yekê kir modela li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê, ji çareseriyeke demokratîk li Sûriyê were pêkanîna bûye minak û got: “Eger em behsa yekîtiyê bikin, ne ku yekîtiya Kurdan nîne, esas ferq û cudabûna partiyan heye. Divê yekîtiya wan were çêkirin, ew jî tenê bi pîvan û armancên Kurdan dikare were pêkanîn. Divê tiştên ku em gihîştine vê qonaxê û sores biser xistiye derkeve pêş. Partiyên siyasê divê li ser peymaneke civakî li hev bike û ew bikeve bin xizmata statûbûna Kurdan.”

Rudaw
Top