Artêşa Rûsyayê xwe ji binkeyekî li Rojavayê Kurdistanê vedikşe û hêzên Tirkiyê jî ketin tevgerê
Duh 21.02.2021ê artêşa Rûsyayê binkeyê xwe yê li Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê vala kir û hêza xwe vekêşande bo binkeyê Tel Semen a li gund û warên bakurê Reqayê.
Piştî vekêşîna artêşa Rûsyayê li Eyn Îsa, artêşa Tirkiyê karwanekî tanq û topxaneyên xwe ber bi navçeyê ve xist tevgerê û ew karwan geheştiye bajarokê Girê Spî.
Ew hêza artêşa Tirkiyê şandiye navçeyê li derdora Eyn Îsa, li başûrê Girê Spî hatiye bicîh kirin.
Basnews