• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrva Barzanî: Gereke em careke din bi zelalî rûnin û gotoûbêjê bikin

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Nêçîrva Barzanî: Gereke em careke din bi zelalî rûnin û gotoûbêjê bikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaza berdewamya gotûbêja aliyên Iraqî kir, ragihand ku gereke bi zelalî rûnin û danustanê bikin û Herêma Kurdistanê amadeye ji bo bihêzkirina lihevtêgehiştin û danûstandinê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 21ê Sibata 2021an li Hewlêr beşdarî merasima 18emîn salvegera kuştina mezinê şîeyên Iraqê Mihemed Baqir Hekîm bû û di merasîmê de gotarek pêşkeş kir û got divê lihevtêgehiştin û hevkariya xwe bihêz bikin û herêma Kurdistanê bo vê armancê amadeye.

Nêçîrvan barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê amade ye bo bihêzkirina peywediyan û lihevtêgehiştin û danûstandinê û got gereke piştî şerê DAIŞê, reşweke nexwastî dirustbûye ku peywednyên wan ligel aliyan bi dil nîne.

Barzanî got, dilsoziya Serkirdeyên Şîe bo hevbeşiya ku berê hebûye, zemîneyeke baş e bo bihêzkirin peywendiyan, lê çi hevbeşiyên wan temam nabin eger Sunne beşdar nebin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha anî ziman: “Divê careke din bi zelalî rûnin û gotoûbêjê bikin û bingeha danûstandinê ew be ku çi pêkhateyek hewla jinavbirina pêkhateyeke din nede.”

Rudaw
Top