• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Holendayê civiya

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Serok Barzanî li gel balyozê Holendayê civiya
Kurdistan û Holenda têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Rêzdariya xwe bo rola dîrokî ya Serok Barzanî diyar kir.

Îro yekşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Holendayê yê li Bexdayê Michel Rentenaar kir.

Di civînê de ku Konsulusê Holendayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, Michel Rentenaar rêzdariya xwe ya li hember rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di nava xebata gelê Kurdistanê de, parastina aramî û şerê dijî terorê de diyar kir.

Michel Rentenaar di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku Holenda di şerê dijî terorê de berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistan û Îraqê.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser çawetiya berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Holendayê bi taybetî di warê çandiniyê de hate kirin.
Top