• Monday, 01 July 2024
logo

Cîgirê Serokê herêmê li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeyman civiya

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Cîgirê Serokê herêmê li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeyman civiya
hemahengiya navbera pêşmerge û hevpeymanan berdewam dibe.
Behsa rewşa ewlekariya deverê kirin.

Îro Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan general KEVIN J. JACOBSEN kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa dawî ya deverê, Îraq û Kurdistanê hate kirin û her du alî tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya navbera hêzên hevpeymanan, pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna terorê kirin.

Di berdewamiya civîna han de giftûgo li ser liv û tevgerên terorîstên DIŞIê û zêde bûna hijmara terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê de kirin.
Top