• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr pêşwaziya Emar Hekîm kir

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Serokwezîr pêşwaziya Emar Hekîm kir
dibêje emê piştîvaniya rêkeftinê bikin.
Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro yekşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê tevgera hikme û hevpeymaniya Îraqiyûn, Emar Hekîm kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa Îraqê û têkiliyên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta fedralî de hate kirin.

Emar Hekîm eşkere kir ku Kurdistan dost û hevpeymanê meye û lazime destûr bibe bingeha çareser kirina kêşeyên navbera Kurdistan û hikûmeta fedralî.

Nav hatî diyar kir ku ev piştîvaniya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê bûdceya fedralî y abo sala 2021an dikin û di parlementoya Îraqê de jî vê dengê li ser bidin.

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku Kurdistan hertim li gel çareser kirina hertimî û bingehîn ya kêşeyên di navbera herêm û hikûmeta fedralî li ser esasê destûrêm parastina taybetmendî û pêgeha fedralî ya herêma Kurdistanê û li berçav girtina pirensîbên hevsengî, hevparî û lihev kirinê bûye.
Top