• Monday, 01 July 2024
logo

Li Hewlêrê vîrûsa koronaya nû hat tespît kirin.

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Li Hewlêrê vîrûsa koronaya nû hat tespît kirin.
Li paytexta Herema Kurdistanê Hewlêrê 5 kes bi koronaya nû ketine.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê Hikumeta Herema Kurdistanê Dr Aso Hewêzî ji Rûdawê rê ragihand ku testa wan 5 kesên ku xistibûn bin karantînayê pozîtîf derketiyê ku bi koronaya nû ketine.

Dr. Aso Hewêzî diyar kir ku koronaya nû çewa hatiye Herema Kurdistanê nehatiye tespîtkirin û rewşa tendirustiya ew kesên ku bi koronaya nû ketine baş e. Dr Hewêzî dibêje yek ji wan nexweşan çend roj berê derketiye derveyî welat û hatiye.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê Hikumeta herema Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî duh dabû xuyakirin ku 5 bergumanên koronayê ya nû hatine tomarkirin û ew kes kiribûn bin karantinayê.

Herweha Hewêzî ragihand ku Wezîrê Tendirustiyê Dr.Saman Berzincî, li deriyên sînor, firokexane û şopandina kesên berkeftî rêveberîtiyên tendirustiyê yên parêzgeh û îdarayan erkdar kirine ku amadekariyan bo pişkinînê bikin.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî diyar kir ku hin nûçe bi navê Wezîrê Tendirustiyê hatine belavkirin ku qedexeya hatin û çûnê dê were ragihandin.

Dr. Aso Hewêzî tekez kir ku daxwiyaniyek wiha nîne, eger her biryar an rêkarek hebe, dê bi fermî were ragihandin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed jî da xuyakirin ku ji ber kêmbûna tûşbûnê di demên borî de xelk kêmtir pabendî rênimayan bûye, ji ber wê divê careke din rêkar bêne tûndkirin ji ber ku li gorî darayên li ber dest hejmara tûşbûnê zêde dibe.

Hefteya borî Wezîrê Tendirûstay Iraqê Dr. Hesen Temîmî dabû xuyakirin ku li Iraqê koronaya nû hatiye tespîtkirin.

Herwiha di hefteya dawîn de bûyerên koronayê yên ku hatine tespîtkirin ji sedî 50 koronaya nû ne.

Li herema Kurdistanê duh 77 kes bi koronayê ketin, 1 kes jiyana xwe ji dest da û 70 kes jî ji koronayê baş bûne.

Rudaw
Top