Serok Barzanî li gel Emar Hekîm civiya
Behsa metirsiyên ser Îraqê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê tevgera Hikme û hevpeymaniya Îraqiyûn Emar Hekîm kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa dawî û pêşhatên siyasî yên deverê û herêma Kurdistanê hate kirin û her du alî balkêşandine ser prosesa siyasî ya Îraqê, hilbijartinên pêş yên Îraqê û nêrînên xwe yên derbarê metirsiyên ewlekarî, abûrî û siyasî yên berdem Îraqê lihev veguhastin.
Di dawiya civînê de tekez li ser domandina hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan de hate kirin.