• Monday, 01 July 2024
logo

Rêzbendiya dawiyê…Iraq nav welatên xwedî rezevrên herî zêde yê petrolê de 5.mîn welat e

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Rêzbendiya dawiyê…Iraq nav welatên xwedî rezevrên herî zêde yê petrolê de 5.mîn welat e
Li gor rêzbendiya dawiyê ya derbarê rezevrên petrolê li welatên hilberîner de Iraq pêncemîn welatê herî mezin ê xwedî rezevrên petrolê ye.

Li gor rêzbendiya hatiye diyar kirin Iraq li cîhanê welatê pênceme ku xwedî rezevrên herî zêde yê petrolê ye û li nav welatên ereb de jî duyem welat e.

Rêzbendiya ji aliyê saziya GFP a taybet rêzbendiyê bo 92 dewletên xwedî rezevrên petrolê amade dike ve hatiye kirin û ji bo sala 2021ê jî rêzbendiya hatiye kirin waha ye:

Rêzbendiya cîhanî:

Yekem welat: Venezuela

Xwedî 302 milyar û 300 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene.

Duyem welat: Erebistana Siûdî

Xwediyê 266 milyar û 200 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene

Sêyem welat: Kanada

Xwediyê 170 milyar û 500 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene

Çarem welat: Îran

Xwediyê 157 milyar û 200 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene

Pêncem welat: Iraq

Xwedî 148 milyar û 800 milyon bermîl rezervên wê yên petrolê hene

Basnews
Top