• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel Parêzgarê Hewlêrê civiya

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel Parêzgarê Hewlêrê civiya
dibêje lazime bi awayeke dadmend xizmeta tevahiya aliyan were kirin.
‎Piştîvaniya hikûmetê bo diyar kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parêzgarê nû yê Hewlêrê Omîd Xweşnav kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe wisa nivîsandiye;

Îro şemî 20 Sibata 2021an me pêşwaziya Parêzgarê nû yê Hewlêrê Omîd Xweşnav kir jiber destbikar kirinê me pîrozbayî lê kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest û tekez li ser vê yekê kir ku lazime bi awayekî dadmendane, xizmeta tevahiya şênî û pêkhateyên parêzgeha Hewlêrê bike bi taybetî xelkê xizan û kêmdahat.

Di berdewamiya civînê de me ev yek diyar kir ku bi her awayî piştîvaniya Parêzgarê Hewlêrê dikin daku di pîwerdariya xwe de serkeftî be û bi baştirîn awayî xizmeta welatiyan bike.

Parêzgarê Hewlêrê jî dilniyayî da ku bi her awayî hewl dide daku li gor û asta bawerî û bendevariyên xelkê de bo zêdetir wejandin û pêş de birina Hewlêrê de be.
Top