• Monday, 01 July 2024
logo

Zimanê qedexekirî yê bi milyonan: Kurdî

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Zimanê qedexekirî yê bi milyonan: Kurdî
Sibe Yekşemê 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ye. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku zêdeyî 20 milyon Kurd dijîn, ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman û Kultura Kurdî, Heraketa Zimanê Kurd (HEZ-KURD) û saziyên din ên zimanê Kurdî, bi armanca zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û duyemîn zimanê fermi li Tirkiyê, kampanya komkirina îmzeyan dane destpêkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaz dike zimanê Kurdî bibe zimanê fermi û zimanê perwerdeyê li Tirkiyê. Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier roja 19ê Sibata 2021ê di rûniştina parlamentoyê de bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê gotarek bi zimanê Kurdî pêşkêş kir. Taşçier, amaje bi wê yekê da ku êdî dijayetîkirina zimanê Kurdî nayê qebûlkirin û daxwaz kir zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî.

Pirsa Kurd li Tirkiyê piralî ye û li tenişt pirsa nasname, emnî, siyasî, aborî û ferhengî, pirsa qedexekirina zimanê dayîkê yek ji pirsên serekî ye. Li gor Maddeya 42 ya Destûra Tirkiyê, “Tirkî” zimanê dayîkê yê hemû welatiyên Tirkiyê ye û ji xeynî Tirkî xwendina bi hemû zimanên din li wî welatî qedexe ye.

Li Tirkiyê gotûbêjên li ser bikaranîna zimanê dayîkê û wan pêşniyarên derbarê siyaseta perwerdeyê de bo zimanê dayîkê tên pêşkêşkirin, li ser zimanê Kurdî kom dibin ku piştî zimanê Tirkî duyem ziman e li wî welatî piraniya xelkê pê diaxifin û di çarçoveya emniyet û asayîşê de behsa bikaranîna zimanê Kurdî tê kirin.

Li gor lêkolîneke meydanî ya Beşa Projeyên Zanistî ya Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê û Weqfa Perwerdeya Dayîk û Zarokan ku sala 2020an li parêzgehên Amed û Wan ên Bakurê Kurdistanê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hatiye kirin ku zêdeyî 5 milyon Kurd lê dijîn, ji sedê 81ê mamostayên kirêş û qonaxa seretayî dibêjin, zarokên Kurd zimanê Tirkî baş nizanin û vê jî wek astenga herî mezin li ber fêrbûna xwendin û nivîsîna Tirkî dibînin.

Li gor lêkolîneke din ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Aborî û Civakî ya Zanîngeha Bahçeşehîr a Stenbolê ve hatiye amadekirin, ji sedî 46ê wan welatiyên Tirkiyê ku zimanê wan ê dayîkê Kurdî ye, qonaxa seretayî ya xwendinê temam nekirine.

Rawest ku navendeke lêkolînên Kurdî ye li Amedê, Îlona sala 2019an rapirsiyek li hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê derbarê bikaranîna zimanê Kurdî de kiribû. Di rapirsiyê de nerîna 600 Kurd hatibû wergirtin û tenê ji sedî 18ê wan gotibûn ku dikarin bi Kurdî biaxifin, bixwînin û binivîsin. Her li gor rapirsiyê, tenê ji sedî 44ê wan amaje bi wê yekê dabûn ku dikarin bi zimanê dayîka xwe biaxifin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her diçe rêjeya neaxaftina bi zimanê Kurdî bilind dibe û niha ji sedî 60ê Kurdên Bakur bi zimanê dayîkê naaxifin. Herçiqas li Bakurê Kurdistanê çend komeleyên taybet bi fêrbûna zimanê Kurdî hatine vekirin, lê hê jî nebûne rizgarkerê zimanê Kurdî daku jinav neçe.

Di sîstema perwerdeya Tirkiyê de, Tirkî take zimanê fermi yê xwendinê ye. Herçiqas ji sala 2012an ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte di dibistanan de tê xwendin, lê ji ber sedemên cuda prose ne fermi jî be, di pratîkê de hatiye ragirtin.

Yek ji wan sideman danemezrandina mamostayên Kurdî ye we pêwîst. Ji ber nebûna mamosteyan xwendekar li şûna zimanê Kurdî derseke din hildibijêrin. Destpêkê di sala 2012an de ji ber nebûna mamosteyên ku bekaloryosa wan di zimanê Kurdî de hebe, mamostayên Kurdî bi girêbest dihatin wergirtin. Yekem car di sala 2014an de damezrandina mamostayên derçûyê beşa ziman û edebiyata Kurdî destpê kir.

Di dema 10 salên derbasbûyî de, Wezareta Perwerdeya Tirkiyê tenê carekê daneyên xwesteka li ser zimanê Kurdî belav kirine. Li gor wan amaran, di sala xwendina 2015-2016an de bi giştî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 77 hezar û 931 xwendekaran dersa zimanê Kurdî hilbijartine, ji wan 71 hezar û 616 xwendekaran dersa Kurmancî û 6 hezar û 315 xwendekaran jî dersa Zazakî hilbijartine, lê heta niha tenê 59 mamostayên Kurdî li Tirkiyê hatine damezrandin ku 48 ên Kurmancî û 11 jî mamostayên Zazakî ne.

Beşa zêde ya wan mamosteyan bi hinceta nebûna xwestekê, dersa zimanê Kurdî nadin û bo sala 2020-2021ê jî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ti mamostayekî zimanê Kurdî danemezrandiye. Li Bakurê Kurdistanê sala 2011an Beşa Xwendina Ziman û Kultura Kurdî li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê hat vekirin, piştre ew beş di sala 2012an de li Zanîngeha Dîcle û paşê li zanîngenên Çewlig, Mûş û Wanê hatin vekirin. Di sala 2020an de ji ber kêmbûna mamosteyan li wan 5 zanîngehan, tenê 14 xwendekaran bo xwendina masterê navên xwe tomar kirine. Zimanê xwendinê li vî beşî Tirkî ye.

Rudaw
Top