• Monday, 01 July 2024
logo

Karayilan: Dixwazin me bi zorê bikin Tirk

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Karayilan: Dixwazin me bi zorê bikin Tirk
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan bi tundî madeya 66an a Zagona Bingehîn a Tirkiyê ku dibêje ‘Her kesên ku hemwelatiyên Tirkiyê be Tirk e.” rexne kir û got: “Tê wateyê ku dixwazin me bi zorê bikin Tirk.”

Medyaya nêzîkî PKKê hevpeyvîna Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan a ligel Radyoya Dengê Welat belav kir. Ew ajansa nêzîkî PKKê dibêje ji ber ku ew bername beriya êrîşa li ser Garê çêbû têkildarê wê tiştek nehatiye pirsîn.

Murat Karayilan ragihand ku Tirkiye bi piştevaniya NATO û hêzên navneteweyî êrişa wan dike û got: “Di demekê de ye ku bi xwe teror û nijadperestiya herî mezin li Kurdistanê pêk tîne. Welatê me di bin dagirkeriyê de ye, hatî talankirin, zimanê me hatî qedexekirin û rûmeta me di bin lingan de ye. Tevî wê jî em li hemberî terora dewletê bi rengekî herî mirovî li ber xwe didin.”

Karayilan roja 15ê Sibata 1999ê ku roja Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hat girtin e weke “roejeke reş” binav kir û got: “Mandela bi têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Apartheîd meşandî re, di dawiya sedsala 20an de li tevahiya cîhanê bû weke fîgûrekê û bû nîşaneyek. Îro Rêber Apo jî bi têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma Tirk bi rêve dibe her weke Mandela li tevahiya cîhanê bûye weke sembolekê. Îro rejîma Tirk a bi pêşengiya AKP, MHP, Ergenekon û navneteweyiyan tê pêşxistin, di rastiya xwe de ji rejîma Apartheîd a li Efrîkaya Başûr hîn nîjadperestire. Rêber Apo Mandelayê sedsala 21an e. Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, heman demê Rêberê paradîgmaya modernîteya demokratîk e.”

Bi gotina Karayilan artêşa Tirkiyê heta niha ti serkeftin di operasyonên xwe de nbidest nexistiye û ew dibêje: “Li gorî agahiyên ku me stendiye jî li Çiyayê Agirî jî di şer de derbên giran xwarine. Jixwe van tiştan ji civakê vedişêrin û dewleta Tirk têkçûna xwe di çapemeniyê de diyar nake. Kêm caran dema ku mecbûr dimînin, wê carê didin lê kêm didin. Bi kurtasî di van operasyonên zivistanê de têk çûne.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan herwiha got: “Îro rejîma faşîst-nîjadperest a Tirk nîjadperestiyên ku dike bi heman şêweyî ne; heta hîn tundtirin. Ji xwe di madeya 66an a Zagona Bingehîn a Tirkiyê de bi şêweyek vekirî nivîsandiye, ‘Her kesên ku hemwelatiyên Tirkiyê be Tirk e.’ Tê wateyê ku dixwazin me bi zorê bikin Tirk. Nîjadperestiyek ji vê mezintir heye? Nîjadperestiya rejîma Tirk jî weke nîjadperestiya rejîma Apartheîd e.”

Rudaw
Top