• Monday, 01 July 2024
logo

Malikî: Pêwîstiya me bi hêzên Amerîkayê tine

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Malikî: Pêwîstiya me bi hêzên Amerîkayê tine
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa li Parlamentoya Iraqê ragehand, welatê wan pêwîstiya xwe bi hêzên Amerîkayê tine.

Îro 21.02.2021ê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî di hevpeyvîneke li gel kanaleke Iraqê de ragehand, biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê hatiye binpê kirin.

Nûrî Malikî ragehand, ti sedemek tine bo mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê û ji aliyê leşkerî ve pêwîstiya Iraqê bi hêzên Amerîkayê tine.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa amaje bi wê yekê jî kir ku îdareya nû ya Amerîkayê di serokatiya serok Joe Biden de hêzên Amerîkî dê ji Iraqê bikşîne.

Basnews
Top