• Monday, 01 July 2024
logo

“Amerîka: Êrişa mûşekî ya Hewlêrê ji aliyê PKK û Heşda Şeibî ve hatiye kirin!”

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
“Amerîka: Êrişa mûşekî ya Hewlêrê ji aliyê PKK û Heşda Şeibî ve hatiye kirin!”
Tê gotin ku Amerîka di wê baweriyê de êrişa mûşekî ya ser Hewlêrê, ji aliyê PKK û Heşda Şeibî ve hatiye kirin.

Şeva 15 vê mehê, derdora 14 mûşekan li çend cihên Hewlêrê bi taybet li baregeha hêzên hevpeyman li nêzîkî firokexaneya Hewlêrê ketin. Di wê êrişê de peymankarekî artêşa Amerîka hat kuştin, serbazekî Amerîkî û çend sivîl jî birîndar bûn.

Televîzyona Al Arabiya ya Erebistanê ji zarê “çavkaniyekî taybet” ji Waşîngtonê ragihandiye, êrişa mûşekî ya Hewlêrê ji aliyê komên girêdayî Heşda Şeibî û PKKê ve hatiye kirin.

Televîzyonê daye zanîn, ew mûşek ji du aliyan de avêtine Hewlêrê. Koma girêdayî Heşda Şeibî li devera bin kontrola hikûmeta Iraqê avêtiye û koma girêdayî PKKê jî li nêzîkî firokexaneya Hewlêrê mûşek avêtiye.

Wî jêderî daye zanîn, Waşîngton dê bertekek cuda nîşanî wan êrişan bide û berpirsên wan êrişan jî dê bên sizadan lê hîn behsa bersiveka rasterast nekirine.

Basnews
Top