• Monday, 01 July 2024
logo

Ebdî: Sedemên îdeolojîk û siyasî tune ne ku yekrêziya kurdî pêk neyê

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Ebdî: Sedemên îdeolojîk û siyasî tune ne ku yekrêziya kurdî pêk neyê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî aşkere kir, di çarçoveya proseya diyaloga Kurdî – Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê de, gavên baş hatine avêtin û ew hemû hewlên xwe ji bo serxistina wê dikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bi riya peyameke vîdyoyî di Dîdara Nakokiyên Kurdî – Kurdî de li bajarê Qamişlo beşdar bû û tê de ragihand, heta niha gavên baş ji bo yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatine avêtin.

Herwiha Mezlûm Ebdî daxwaz ji her du aliyên diyalogê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) kir, nakokiyên xwe bidin aliyekî û nermiyê ji bo serxistina proseya yekrêziya Kurdî nîşan bidin.

Ebdî bi bîr xist ku li ser mijarên giştî yên yekrêziya Kurd hatine lihevkirin û nakokiyên mayî ne cewherî ne û dê bi demê re çareser bibin û got: “Em dikarin bi rihetî bibêjin ku sedemên îdeolojîk û siyasî tune ne ku yekrêziya kurdî li Rojava pêk neyê.”

Tekez kir jî, ew wek HSDê bi alîkariya Amerîkayê destpêşxeriya yekrêziya Kurdî didomîne heta ku bi ser bikeve.

K24
Top