• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Parêzgarê Hewlêrê dike

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Parêzgarê Hewlêrê dike
Serok Mesûd Barzanî bi boneya destbikarbûna wî wek Parêzgarê Hewlêrê, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Omêde Xoşnaw kir û hêviya serkeftinê di kar û erkên wî de jê re xwast.

Serok Barzanî di pêwendiya telefonî de ji bo serkeftina wî di erkê xwe de, tekezî li her piştevaniyekê ji Parêzgarê Hewlêrê re kir û daxwaz jê kir bi baştirîn şêwe xizmeta tevahiya rûniştvan û pêkhateyên cuda yên parêzgeha Hewlêrê bike, bi taybet xelkê hejar û kêmderamet.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê spasiya Serok Barzanî û piştevaniya wî kir û piştrast kir ku ew bi her şêweyekê kar dike, ji bo xizmetkirina zêdetir a welatiyên sînorê parêzgeha Hewlêrê û pêşxistina Paytexta Herêma Kurdistanê, di asta bawerî û çaverêbûna cenabê wî de be.

Top