• Monday, 01 July 2024
logo

Berpirsê PDKê li Mexmûrê: Mexmûr hatiye dorpêçkirin û bûye serbazgeh

Gulan Media February 21, 2021 Nûçe
Berpirsê PDKê li Mexmûrê: Mexmûr hatiye dorpêçkirin û bûye serbazgeh
Berpirsekî PDKê dibêje, çekdarên Heşda Şeibî nahêlin xelkê Mexmûrê tiştan ji Hewlêrê bibin û Mexmûr kirine serbazgeh.

Berpirsê liqa 23 ya PDKê li bajarokê Mexmûrê, Kirmanc Ebdullah ji BasNewsê re got, ev çend roj in çekdarên Heşda Şeibî li rêbendan pêşiya xelkê Mexmûrê digirin û nahêlin tiştên ku ji Hewlêrê kirrîne, derbasî nav Mexmûrê bikin.

Kirmanc Ebdullah her wiha got, ev reftarên han xelkê aciz dikin. Me bi encumen, parêzgar û cîgirê parêzgarê Mûsilê re behsa vê pirsgirêkê kiriye û me daxwaz ji wan kiriye vê arîşeyê çareser bikin.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, ew hêzên ku pirsgirêkan ji xelkê re derdixin, girêdayî desteya rêbendan ya Iraqê ne. Ev deste nû hatiye avakirin û nêzîkî du hefteyan e dest bi kar bûne. Li nav bajêr tijî çekdar û hêz bûne. Bajar bûye serbazgeh. Ji xwe hêzek bi navê “Seraya Selam” jî anîne wir.

Bi gotina wî berpirsê kurd, armanca serekî ya bicîhbûna wan hêzan li dever Mexmûrê, tehdîdkirina partiyên Kurdistanî ye û dixwazin kurdan aciz bikin.

Kirmanc Ebdullah da xuyakirin jî, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017, Mexmûr hatiye dorçêkirin û zêdetir mîna serbazgehekê ye heta bajarekî sivîl. Bajêr ji aliyê serbazan ve tê birêvebirin, tiştek di destê rêveberiya sivîl ya bajêr de nîne.

Basnews
Top