• Monday, 01 July 2024
logo

Mîsal Alusî: Dûr nîne ku Îran Muqteda Sedr li navbibe

Gulan Media February 20, 2021 Nûçe
Mîsal Alusî: Dûr nîne ku Îran Muqteda Sedr li navbibe
Serokê Partiya Umme ya Iraqê Mîsal Alusî ragehand, ne dûre Îran rêberê tevgera Sedr Muqteda Sedr li navbibe.

Serokê Partiya Umme ya Iraqê Mîsal Alusî ji basnewsê re ragehand, herçend rêberê tevgera Sedr Muqteda Sedr rêveberekî milîsên nêzîkî Îranê ye jî, lê ew welate rê nade ti hêzeke milis ku baweriya wê bi welayeta feqîhî ya Îranê nebe bihêz bibe.

Mîsal Alusî dibêje ne dûre Îran Muqteda Sedr li navbibe. Eger Sedr bibe rêgir li pêş dest bi serdegirtina temamî ya Iraqê ji aliyê Îranê ve dê wî li nav bibe.

Serokê Partiya Umme amaje bi cudabûn û ji hev belavbûna berê ya Tevgera Sedr kir û ragehand, berê jî Îranê piştevaniya cuda bûna Esayîb Ehl El Heq û milîsên Nuceba li Tevgera Sedr kir bo ji hêz xistina wê tevgerê.
Top