• Monday, 01 July 2024
logo

Îmam Taşçier li parlamentoyê daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir

Gulan Media February 20, 2021 Nûçe
Îmam Taşçier li parlamentoyê daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier di 19ê Sibatê de peyama xwe ya ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi Kurdî û Tirkî ragihand û bi Kurdî daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêj jî nebûna statuya Kurdî ya fermî di rojeva siyasetmedar û saziyên civakî de ye.

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier jî di 19ê Sibatê de peyama xwe ya ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi Kurdî û Tirkî ragihand û bi Kurdî daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.

Îmam Taşçier bal kişand ser wê yekê ku dê di zabitên parlamentoyê de ji bo vê axaftina wî ya bi zimanê Kurdî bibêjin zimanê ‘x’ ku ji 25 milyon zêdetir welatiyê Tirkiyeyê bi wî zimanî diaxivin.

Taşçier daxwaz kir ku hemû astengî û qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabin û Kurd jî bikarin bi zimanê xwe yê zikmakî hemû jiyana xwe bidomînin.
Top