Emar Hekîm çû Silêmanî
![Emar Hekîm çû Silêmanî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/hekim.jpg )
Serdana gora Mam Celal kir.
Îro şemî Serokê tevgera hikme ya Îraqê Emar Hekîm bi serdaneke çaverê nekirî çû Silêmanî û ji aliyê rayedarên bajêr ve hate pêşwazîkirin.
Hekîm serdana gora Mam Celal kir û tê payîn çend civîn û hevdîtinan jî li Silêmanî pêk bîne.
Hîn derbarê armanca serdana han ti zaniyarî nehatine belavkirin.