• Monday, 01 July 2024
logo

Li Îlamê teqîn – Du efserên artêşa Îranê hatin kuştin

Gulan Media February 20, 2021 Nûçe
Li Îlamê teqîn – Du efserên artêşa Îranê hatin kuştin
Li parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna mînê du efserên artêşa Îranê hatin kuştin.

Pêr (18 vê mehê) li devera sînorî ya Keleqendî li parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna mînê du efserên artêşa Îranê hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, ew her du efser mijûlî veguhestina hestî û pirûskên serbazên Îranî bûn ku di şerê Îran û Iraqê de hatibûn kuştin.

Navê yek ji wan efseran, Elîriza Gulmihemedî û navê yê din jî Mihemed Hacqasimî bûye.

Basnews
Top