• Monday, 01 July 2024
logo

Konsulusxaneya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir

Gulan Media February 20, 2021 Nûçe
Konsulusxaneya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir
dibêje ew kesên han xelkê dixapînin.
Dibêje ew kesên han xelkê dixapînin.

Îro Konsulusxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê belav kir ku, ev demêke hin kes bi navê nuneratiya Netewên Yekgirtî û Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, li hember wergirtina pereyan peywendî bi xelkê ve dikin û behsa cîhbicîh kirina karûbarên wan û pêdana vîzeyan dikin.

Di daxuyaniye Konsulusxaneyê de hatiye diyarkirin ku ti peywendiyeke wan kesan bi nuneratiya NY û Konsulusxaneya Amerîkayê ve tuneye û tenê xelkê dixapînin û pere ji xelkê distînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku eger hat û kesek peywendî bi xelkê ve kir, lazime xelk dem û dest aliyên têkildar yên ewlekarî agehdar bike.
Top