• Monday, 01 July 2024
logo

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê: DAIŞ xwe bihêz dike

Gulan Media February 20, 2021 Nûçe
Wezîra Berevaniyê ya Fransayê: DAIŞ xwe bihêz dike
Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly, di derbarê ji nû ve derketina DAIŞê de hişyariyê dide û dibêje, ew rêxistin bi wê yekê ve mijûl e dubare xwe bihêz dike. Parly, da zanîn ku divê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, şerê terorê bê kirin.

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê amaje bi wê yekê dide ku welatê wê duyem mezintirîn welatê endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye û bi awayekî daîmî çend firokeyên şer li Urdinê bicîh kirine da ku bi wê rêyê bikaribin zanyariyên îstîxbaratî li ser DAIŞê kom bikin û êrîşan dijî wê bikin.

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly di derbarê têkoşîna DAIŞê de got “Fransa duyem mezintirîn welatê endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ye. Ji ber wê yekê ye ku me firokeyên xwe bi awayekî daîmî li Urdinê bicîh kirine da ku bi rêya komkirina wêne, zanyariyên îstîxbaratî û pêkanîna êrîşan, xizmeta Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bikin.”

Florence Parly wiha berdewam kir “Lewra me biryar da keştiya firokehilgir bişînin wê derê ji ber li gor me di vê demê de DAIŞ bi wê yekê ve mijûl e hêzê bidest bixe. Em dikarin behsa awayekî ji awayên derketina wê rêxistinê bikin, lewra girîng û pêwîst e bi me da ku di çarçoveya vê Hevpeymaniyê de li ser şerê dijî terorê berdewam bin.”

Ev di demekê de ye ku doh Fransayê keştiya firokehilgir “Charles de Gaulle” ji bendera bajarê Toulonê ber bi sînorên avî yên Kendavê xist tevgerê daku beşdarî şerê dijî DAIŞê bibe. Wezîra Berevaniyê ya wî welatî Florence Parly dibêje, sedema şandina wê keştiyê bo Kendavê ew e ku li gor Fransayê, DAIŞ xwe bihêz dike.

Du keştiyên din ên serbazî yên êrîşker, keştiyeke sotemeniyê, jêrderyayiyeke êrîşker û sê keştiyên serbazî yên Belcîkî, Yunanî û keştiyeke wêranker a Amerîkî ligel Keştiya Charles de Gaulle ya Fransî bo sînorên avî yên Kendavê.

Rudaw
Top