Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Elî Bapîr kir
![Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Elî Bapîr kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/515674image1_0.jpg )
Kongreya partiya wan bi dawî hatiye.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta bi dawî hatina kongreya komela îslamî (niha navê hatiye guhertin û bûye komela dadgerî ya Kurdistanê) peyameke pîrozbayî pêşkêşî Elî Bapîr kir.
Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Emîrê komela dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr kiriye û hêviya serkeftinê ji wan re xwestiye.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de nivîsandiye; Rewşa niha ya Kurdistanê vê yekê dixwaze ku tevahiya aliyên siyasî bihevre û bi hest kirin bi berpirsiyartiya netewî rûbirûyê qirîz û metirsiyan bibin ku rastî Kurdistanê hatine.
Barzanî herwiha daxwaz kiriye kêşeyên heyî bi diyalogê werin çareserkirin û aliyên siyasî yên Kurdî jî bi yekdengî û yekrêzî bervanî ji maf û destkeftên gelê Kurdistanê bikin.
Rudaw