Amêdî…20 dibistan ji ber şerê PKKê û Tirkiyê hatine daxistin
![Amêdî…20 dibistan ji ber şerê PKKê û Tirkiyê hatine daxistin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/16f5d2b826bf8e5239d6f9c23e9b9858_L.jpg )
Rêveberê perwerdê li qeza Amêdiyê Weciye Seîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dema hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi avadaniya gundan kir, dibistan jî hatin ava kirin û xanî bo mamostayan jî hatin ava kirin. Lê ji der şer û aloziyên PKKê û Tirkiyê her ji salên 1990ê ve heta îro deriyê 20 dibistanên sînorê perwerdeya Amêdiyê hatine daxistin. Îsal jî deriyê dibistanekî hatiye daxistin û dibistana Kanî Meznê ya li devera Berwariyan e û mamostayek jî şehîd bûye.’’
Herwaha got: ‘’Ew dibistan cemidandî hatine hiştin, her dema ku xelk wegeriya ser gundên xwe dê dubare dibistanên wan hemû gundan bên vekirin.’’
Basnews