Berdevka HDPê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe bi êrişkirina ser HDPê veşêre
Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê da nîqaşên li ser operasyona Gara û kuştina 13 leşker û polîsên dîlgirtî yên di destê PKKê de didomin. Piştî operasyonê rêveberên hikûmetê carekê din HDPê bi milê siyasî yê PKKê sûcdar kirin. Her wiha ji ber parvekirinên ser medyaya civakî li dijî 2 parlamenterên HDPê jî lêpirsîn hat destpêkirin.
Berdevka HDPê Ebru Gunay bi civînekê rojnamegeriyê, bersiv da rexne û tawanbariyên desthilatê û got, “dixwazin têkçûna xwe bi êrişkirina HDPê veşêrin.”
Berdevka HDPê Ebru Gunay diyar kir: “ Di rastiyê de operasyona Garê, bûyereke giring e. Hem destpêka wê, hem meşandina wê, hem encamên wê. Hem tiştê ku dihat armanckirin, hem encama wê. Li welatekî normal û demokratîk divê piştî vê bûyerê kesên ku bihatana darizandin, niha gefan li her kesî û bi taybetî jî li partiya me dixwin. Dixwazin têkçûna xwe, binketina xwe bi êrişkirina HDP’ê bipêçin û veşêrin. Lê mirazê dilê wan hasil nebû, negihîştin armanca xwe.”
Her wiha Berdevka HDPê Gunay, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi Kurmancî û Zazakî daxuyanî da û daxwaza fermîbûn û perwerdeya bi zimanê zikmakî kir.
Ebru Gunay destnîşan kir: “Îro jî li Tirkiyê ji bilî Tirkî, ti zimanên din nayên qebûlkirin, nayên naskirin. Perwerdehiya wan nayê dayîn. Ev polîtîka, ev hişmendî mafê jiyanê nade tu zimanî. Di vê sedsalê de polîtîkayên zimankujiyê eybeke mezin e. Zihniyeta yekparêz herî zêde zirarê dide zimanên gelan. Em vê polîtîkayê şermezar dikin. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Belê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de, em careke din banga bilindkirina têkoşîna zimanê dayikê dikin.”
Li aliyê din kampanyaya HDPê ya “Edalet Ji bo Herkesî” li Diyarbekir, Stenbol û Enqereyê bi serdan û hevdîtinên partiyên mixalefet û çepgir, sazî û komeleyên sivîl û demokrtîk ra dewam dike. HDP wê heta meha Hezîranê rêzeçalakî û bernameyan lidar bixe.
Rudaw