Mesrûr Barzanî tekezî li ser rêzgirtina li sîstema dadweriyê kir
![Mesrûr Barzanî tekezî li ser rêzgirtina li sîstema dadweriyê kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/8276f6b762f499dd2c90aadfbf669728_L.jpg )
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwazê ji hemû aliyan dike ku rêz li sîstema dadwerî bigrin, da ku bikarin bi awayekî serbixwe û ji destwerdanê dûr, karên xwe bimeşînin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez ji hemû aliyan daxwaz dikim ku rêz li sîstema dadwerî ya li Herêma Kurdistanê bigrin, da ku bikarin bi awayekî serbixwe û bêyî destwerdanê, karên xwe encam bidin.”
Basnews