• Monday, 01 July 2024
logo

Parlemantoya Iraqê dijî biryareke NATOyê derket

Gulan Media February 19, 2021 Nûçe
Parlemantoya Iraqê dijî biryareke NATOyê derket
Îro roja pêncşemê Lîjneya Bergirî li Parlemantoya Iraqê dijî biryareke havpeymanîya NATOyê derbarê şandina hêza zêdetir a serbazî ji bo Iraqê, bi mebesta rahinana artêşa Iraqê.

Endamê Lîjneya Asayîşa Parlementoya Iraqê Elziyadî Endamê Lîjneya Asayîş û Bergiriya Iraqê di hevpeyvîneke rojnemevanî de dupat kir rê nadin hîç serbazekî biyanî were ser xaka Iraqê, tenha bi rizamendîya hikûmeta federala nabe. Çunike Iraq niha hîç pêwîstîyek bi van hêzan nîne.

Herwiha Elziyadî, desntnîşanî bi biryara hevpeymanîya NATOyê ya derbarê şandina nêzîkî 4 hezar serbazên din ji bo Iraqê kir û da zanîn ew red dikin hêzên biyanî bêne nava xaka Iraqê lewre pêwîstiya wan bi hêzên biyanî nîne.

Basnews
Top