• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel nunerên her du yekîtiyên Xwendekar û Ciwanan civiya

Gulan Media February 19, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel nunerên her du yekîtiyên Xwendekar û Ciwanan civiya
Dibêje roleke wan ya gelek girîng hebûye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel berpirsê saziyên girseyî û pîşeyî yên ser bi Partiya demokrata Kurdistanê û Sekreterên her du Yekîtiyên Xwendekar û ciwanên demokrat yên Kurdistanê re civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe wisa derbarê naveroka civînê de belav kiriye;

Îro pêncşem 18/2/2021 me pêşwaziya berpirsê komîteya saziyên girseyî û pîşesaziyên PDK û her du Sekretariyetên Xwendekaran û ciwanan kir.

Di destpêka civînê de bi minasebeta 68 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî wan her du yekîtiyan kir û hêviya serkeftin û berdewamî bo wan di pîwerdariyên tevgerî de xwest.

Di berdewamiya axaftinan de me balkêşande ser vê yekê ku ev her du yekîtiyên han di qonaxên curbicur yên şoreş û têkoşîna tevgera rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de, roleke girîng û pêşeng lîstine û dîrokeke geş ya wan heye û debistanek bûne bo pêgehandina çendîn serkirdeyên jêhatî ku xizmeteke berçav pêşkêşî Kurdistanê kirine.

Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku lazime her du yekîtiyên han bi canê dahênerane berdewam bin li ser domandina rola xwe ya pêşeng bo geşe pêdana hizira nîştimanperwerî û pêşde birina karînên xwe bi fêde wergirtin ji pêşkeftinên serdem daku bikaribin bi baştirîn awayî xizmeta Kurdistanê bikin.

Top