• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî pîrozbayî li Yekîtiya Xwendekar û ciwanên demokrat yên Kurdistanê kir

Gulan Media February 19, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbayî li Yekîtiya Xwendekar  û ciwanên demokrat yên Kurdistanê kir
Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 68mîn salvegera damezrandina her du Yekîtiyên Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta 68mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên Demokrat yên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî ciwanan û xwendekarên hêja yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiya wan dixwazim.
Xwendekar û ciwanên Kurdistanê her di dema damezrandina rêxistina wê ya di qonaxa şoreşa Eylûlê heta şoreşa Gulanê û Raperîn û qonaxa piştî Raperînê, beşeke diyar û bi bandorê xebata gelê me bûne û her du rêxistin xwendingeha pêgihandina gedeyên hişyar û wêrek û serkirdeyên bi şiyan bûne û cihê uze û nefes û henaseya nû bûne ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û li rêya wê têkoşanê da şehîd û qurbaniyê dane.
Di serdema niha de ew bendewarî ji Xwendekar û Ciwanên hêja heye ku li gel pêgirîbûna xwe ya bi bihayên bilindên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê, li rêya zanist û dahênanê kar ji bo pêgihandina ciwan û lawên hişyar û bawerî bi xwe bûyî bikin. Hûn xwendekar û lawên xwendingeheke resen û pir li şanazîne. Her ji bo wê yekê jî divê mînaka xwendekar û lawên wê Kurdistanê bin, ji bo xizmetkirina niştimana xwe.
Dilê min bi hebûna we xweşe û hûn hêviya mîlleteke mezlûmin, pêwîste zêdetirê ji berê hewl bidin û li asta çaverêyiya civak û doza rewaya gelê xwe da bin.
Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û bimînin di xêr û xweşiyê da.
Mesûd Barzanî
18.02.2021
Top