• Monday, 01 July 2024
logo

Amerîka: Êrîşên ser Hewlêrê bê bersif nabin

Gulan Media February 19, 2021 Nûçe
Amerîka: Êrîşên ser Hewlêrê bê bersif nabin
dibêje mafê Amerîkayê heye bersifeke goncaw bide êrîşan.
Wezareta derve ya Amerîkayê dibêje vê bersif dayîn hebe.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Price di preskonferansekê de behsa êrîşên mûşekî yên rojên derbasbûyî yên li ser Hewlêrê kir.

Ned Price herwiha diyar kir ku êrîşên ser Hewlêrê bê bersif nabin û vê bersif dayîn jî hebe.

Price herwiha eşkere kiriye ku Amerîka ji nêz ve li gel rayedarên Kurdistanê û hikûmeta fedralî kar dike bo dîtina berpirsên êrîşên han û ceza kirina wan.

Nav hatî diyar kiriye ku ne goncawe ku pilana bersif danê eşkere bike lê bernameya Amerîkayê heye û bersifeke goncaw bide ev komên ku êrîşa han pêk anîne.

Weke tê zanîn şeva 15ê Sibatê çend komên çekdar bi mûşekan êrîşî ser Hewlêrê kirin û di encama êrîşa han de welatiyeke Amerîkî canê xwe ji dest dabû û 10 welatiyên din jî birîndar bibûn.
Top