• Monday, 01 July 2024
logo

Ji Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya ji bo Hewlêrê daxuyaneke hevbeş

Gulan Media February 19, 2021 Nûçe
Ji Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya ji bo Hewlêrê daxuyaneke hevbeş
Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên mûşekî yên 15ê vê mehê yên ser Hewlêrê şermezar kirin û ragihandin ku êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin.

Piştî civîna hevbeş a wezîrên derve yên Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanyayê, daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin û di beşeke daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em êrîşên mûşekî yên 15ê mehê yên ser Hewlêrê şermezar dikin û sersaxî li xizmên qurbaniyan dikin û êrîşkirina ser Hevpeymanan û NATOyê bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa gefên DAIŞê hatiye kirin û dibêjin: “Helmetên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, ku ji 83 welatan pêk tên, li Sûriye û Iraqê berdewam dibin.”

Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya diyar kirin ku zêdekirina hemahengiya navbera wan a ji bo jinavbirina gefên DAIŞê girîng e.

Herwiha li ser Îranê jî, Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya ji Tehranê daxwaz kirin ku ji pêngavên xwe yên metirsîdar ên ku girtine ber xwe, paş vekişe û hişyarî dan Îranê ku encamên karên xwe bifikire

K24
Top