• Monday, 01 July 2024
logo

Parêzgarê nû yê Hewlêrê sunda qanûnî xwar

Gulan Media February 19, 2021 Nûçe
Parêzgarê nû yê Hewlêrê sunda qanûnî xwar
dibêje lazime parêzgarê tevahiya şêniyan be.
Di merasîmê de wezîrê navxwe jî amade bû.

Îro li nivîsîngeha Serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî merasîmek bo sund xwarina parêzgarê nû yê Hewlêrê Omîd Xweşnav hate organîzekirin.

Di destpêka merasîma han de yaku wezîrê navxwe jî tê de beşdar bû, Nêçîrvan Barzanî fermana Serokatiya herêmê ya bo dest bi karkirina Omîd Xweşnav îmze kir û pişt re jî Omîd Xweşnav li berdem Serokê herêma sund xwar.

Her di heman merasîmê de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û pîrozbayî li Omîd Xweşnav kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û anî ziman ku pîwerdariya Parêzgarê Hewlêrê pîwerdariyeke girane, bi taybetî di vê qonaxa han de yaku çend kêşe û qirîz rastî Kurdistanê hatine.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku lazime Parêzgarê Hewlêrê parêzgarê tevahiya şêniyên parêzgeha Hewêrê bi tevahiya pêkhateyan ve be, û bi yek çav li her kesekî binêre.

Barzanî di dawiya gotara xwe de anî ziman ku tevahiya pîştîvaniya xwe jî pêşkêşî Parêzgarê nû dike daku bikarêbe bi baştirîn awayî xizmeta parêzgeha Hewlêrê bike.

Top