• Monday, 01 July 2024
logo

Ji Sûriyê 100 çekdarên DAÎŞê derbasî Deşta Neynewayê bûne

Gulan Media February 19, 2021 Nûçe
Ji Sûriyê 100 çekdarên DAÎŞê derbasî Deşta Neynewayê bûne
Ji Sûriyê û sînorê Rebîayê 100 çekdarên DAIŞê derbasî deşta Neynewa bûne û 3 Hezar Pêşmerge jî li Mezargeha Şerfedîn hatine bicih kirin.

Fermandarekî Pêşmerge li ser vê yekê got “Em rê nadin êrşî Êzidiyan bê kirin.”

Herwiha Fermandarê Hêza Şingalê Mîrza Xelef Fazil ji Rûdaw re got ku gundên erebnişîn li sînorê Şingalê û Beac çekdarên DAIŞê dihewînin ku bi xwe jî berê DAIŞî bûn.

6 Hezar malbatên koçber vegeriyane Şingalê û tirsa wan ji çekdarên DAIŞê heye û daxwaza hêzeke mezin ji bo parastina wan navçeyan dikin.

Çend navçeyên navbera Gulale û Kuleco di destên DAÎŞê de ne

Şêx Babe û Qaye li Kelar, li sînorê Gulale û Kuleco di destê DAIŞê de ne ku ew navçeyeke pir ferehe.

Îstîxbara Pêşmerge dibêje, ku çekdarên DAIŞê li wan navçeyan zêde dibin û Şêx Babe û Qaye bûne cihên sereke ji wan re.

Xelkê wan gundan jî dibêjin ku bi roj hêzên ewlehiyê hene û bi şev ew jî ne diyarin.

Rudaw
Top