• Monday, 01 July 2024
logo

Egerê şerê leşkerî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de heye

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
Egerê şerê leşkerî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de heye
dibêje gelek alozî di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de hene.
Nivîskarekî AKPyî ev yek eşkere kiriye.

Nivîskarê rojnameya Hurriyet ya ser bi AKPê Nedîm Şener di babetekê de ku îro belav kiriye balkêşandiye ser nakokiyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê.

Nedîm Şener nivîsandiye hîn jî Amerîka bawer nake ku 13 leşkerên dîl yên artêşa Tirkiyeyê ku di destê pkkê de bûne, ji aliyê pkkê ve hatibin kuştin û bi goman li vê mijarê dinêre.

Nivîskar herwiha nivîsandiye ku gelek alozî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hene, Amerîka berdewame li ser piştîvanî kirin li cemaeta Fethula Gulen û YPGê û ew yek jî dibe sedema vê yekê ku şereke leşkerî di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de dûr nebe.
Top