• Monday, 01 July 2024
logo

Dr. Saman Berzincî: Egera pêketinên Koronaya nû li Herêma Kurdistanê heye

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
Dr. Saman Berzincî: Egera pêketinên Koronaya nû li Herêma Kurdistanê heye
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand eger û gumana zincîreya nû ya Koronayê li Herêma Kurdistanê heye. Nêzîktirîn biryar û rêkar kontrolkirinê hatina geştiyarên parêzgarên din ê Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê ye.

Dr.Saman Berzincî îro roja çarşemê 17. 02. 2021ê ji BasNewsê re axivî û da zanîn:"Jimareya berketiyên Koronayê li parêzgehên Iraqê zede dibe û rewşa tendirustiya li Herêma Kurdistanê ber bi xirabî diçe, heta radeyekê amarên berketiyan bilind bûye.’’

Herwiha Dr. Saman Berzincî got: ‘’Em nîgeranin ji ber bêtedbîriya xelkê beramber xweparastina Koronayê û xelk xwe di warê xweparastinê de lawaziyê nişan didin. Xweparêzî girîngtirîn rêkar e û ji rêkrên giştî karîgertir e û bi tene hemwelatî dikarin wê tedbîrê bistînin.’’

Dr. Saman Berzincî got: ‘’Eger û gumana zincîreya nû ya Korona li Herêma Kurdistanê heye û niha pêşîneya karên me tundkirina rêkarên xweparêziya giştî ye.’’

Basnews
Top