• Monday, 01 July 2024
logo

SRK: Ev ne Rojnamegerin

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
SRK: Ev ne Rojnamegerin
civata dadweriyê jî daxuyanî daye.
Welatîne ku ji aliyê dadgehê ve hatine mehkûmkirin.

Îro çarşem Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê derbarê darizandin û cezakirina 4 kesan ku qaşo Rojnamegerên daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya SRK behsa vê yekê hatiye kirin, ev 4 kesên ku li dadgeha Hewlêrê hatine darizandin û tawanbariya wan ji aliyê dadgehê ve hatiye îsbatkirin, ne Rojnamegerin belku welatîne û tawanbariya wan jî ji aliyê dadgehê ve hatiye îsbatkirin û dadgehê ceza daye wan.

Ji aliyeke din ve civata dadweriya Kurdistanê jî derbarê heman mijarê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku belav kirina nûçe û raportên nerast derbarê doza han de yaku bi belgeyan û di çarçoveya qanûn û zagonan de hatiye şopandin, destwerdanî kirin di karûbarê dadweriyê deye û nayê qebûlkirin.

Civata dadweriyê herwiha diyarkiriye ku darizandin bi awayeke şefaf û vekirî bûye, têde Rojnameger, kanalên çapemeniyê, parlementer û Konsulusê çend welatên biyanî jî têde beşdar bûne, parêzerên tawanbaran jî heta deqîqeya dawî berevanî ji tawanbaran kirine lê nikarîne belge derbarê bêtawaniya wan pêşkêşî dadgehê bikin.
Top