• Monday, 01 July 2024
logo

Îro salvegera damezrandina Yekîtiya Ciwanên demokrat yên Kurdistanê ye

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
Îro salvegera damezrandina Yekîtiya Ciwanên demokrat yên Kurdistanê ye
bi sedan ciwanên Kurdistanî pêgehandiye.
Peyamek belav kiriye û dibêje emê bi ciwaniya xwe xebata xwe bidomînin.

Îro 68 sal bi ser damezrandina Yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê re derbas dibe.

Ev yekîtiya han di 18 Sibata 1953an de bi fermana Rêberê netewî yê gelê Kudistanê Nemir Mele Mistefa Barzanî hatiye damezrandin û ji destpêka damezrandinê ve heta îro berdewam bûye li ser xebat û têkoşînê.

Di vê çarçoveyê de bi sedan û hezaran ciwanên Kurdistanê pêgehandiye.

Yekîtiya han di peyama ku bi minasebeta 68 saliya damezrandinê pêşkêş kiriye tekez li ser domandina xebat, têkoşîn û kar û çalakiyên xwe yên bo bihêztir kirina hişmendiya netewî di nava ciwanan de û berevanî kirin ji maf û daxwazên reva yên gelê Kurdistanê kiriye.
Top