• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî: Dr. Aram Baleteyî xortekî jêhatî bû û erkên xwe bi dilsozane bi cih dianîn

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Dr. Aram Baleteyî xortekî jêhatî bû û erkên xwe bi dilsozane bi cih dianîn
Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawiyê ya Berdevkê Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê Aram Baleteyî peyameke sersaxiyê belav kir.Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Aram Nacî Baleteyî ji ber vîrûsa Koronayê, îro li nexweşxaneyeke Duhokê canê xwe ji dest dabû.

Serok Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de got: “Diktor Aram xortekê xwedî bawerî û jêhatî û ji malbateke niştimanperwer bû û erkên xwe dilsozane bi cîh digihandin.”

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi xemeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya Dr. Aram Baleteyî û Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê û Peyvdarê Fraksiyona PDK li Encûmena Nûnerên Iraqê bihîst. Dr. Aram xortekê xwedî bawerî û jêhatî û ji malbateke niştimanperwer bû û erkên xwe dilsozane bi cîh digihandin.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkar û hevalên xwedêjêrazî Aram Baleteyî û Endamên Fraksiyona PDK dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im giyanê xwedêjêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.

K24
Top