• Monday, 01 July 2024
logo

PKK: Di êrişa Gare de Cotyar Muhsin hatiye kuştin

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
PKK: Di êrişa Gare de Cotyar Muhsin hatiye kuştin
Hêzên parastina Gel (HPG) xortekî 29 salî yê Amêdiyê yê bi navê Cotyar Muhsin ku xelkê gundê Siyarê ye, girtibû hat ragihandin ku di operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo ser gerîllayên PKKê li Çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye.

HPG bi hinceta sîxurîkirina bo MÎTa Tirkiyê, xortekî Amêdiyê yê bi navê Cotyar Muhsin ku xelkê gundê Siyarê ye, 29ê Çileya 2020an girtibû.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a ser bi PKKê li ser êrişên artêşa Tirkiyê bo ser gerîllayên PKKê li Çiyayê Gare daxuyaniyek belav kir û têde nasnameya 13 dîlên hatine kuştin jî diyar kir.

NGP dibêje di wî şerî de ev polîs, leşker û endamên MÎT’ê yên êsîr canê xwe ji dest dane, Adil Kabakli, Aydin Kose, Huseyîn Sari, Mevlût Kahvecî, Mûhammed Salih Kanca, Muslum Altintaş, Sedat Sorgûn, Sedat Yabalak, Semîh Ozbey, Suleyman Sûngûr, Umît Bicir û Vedat Kaya bûn.

Di daxuyaniye xwe de NGP herwiha dibêje: “Hemwelatiyekî me yê ji Duhokê yê bi navê Cotyar Mûhsîn ê ku ji bo demekê hatibû girtin jî di vê bûyerê de canê xwe ji dest daye.”

Di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 dîlên ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin.

Piştî ragihandina bidawîbûna operasyonê, Tirkiyê ji zarê çendîn berpirsên xwe ve PKKê bi kuştina 13 dîlên di destê xwe de tometbar kir. Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê yên weke Wezîrê Berevaniyê, Hulusî Akar, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihandine, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dan.

Parêzgarê Meletiyê, Aydin Baruş roja Yekşemê 14ê Sibata 2021 ragihandibû, nasnameya 10 leşker û polîsên Tirkiyê ku di êrişa ser Gare de hatine kuştin û li gor pişkinînê ew bi guleyan hatine kuştin.

Lê PKK wan tohmetan red dike û diyar dike ku di dema parastina kesên êsir de 6 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.

Derbarê şêweya kuştina dîlen de jî dibêje: “Artêşa Tirk bi rengekî hovane êriş bir ser kampê, bi bikaranîna gazê xwest encamê bi dest bixe. Li vê derê sekneke tirsonekî nîşan da ku li şûna bi hêza xwe şer bikin, hîn bêhtir giranî dan teknîkê û bi bikaranîna teknîkê û gazê hewl da encamê werbigire. Eşkere ye, piştî ku ewqas gaz bi kar anîn, fîşek berdan serê mirovên li hundir jiyana xwe ji dest dabûn û ew înfaz kirin.”

Pêştir Dayika Cotyar, Leylîxan Mihemed bi rêya Rûdawê daxwaza berdana kurê xwe ji PKKê kiribû û gotibû: “Ez hêvî dikim ji PKKê ku kurê min berde. Hêvî û ricayê dikim ku kurê min berdin. Kurê min çi nekiriye, wellehî bi hîle ew birine. Jê re gotine, were em dê biçin geştê û bi hîle birine. Bi vê pîlanê kurê min ê biçûk birine.”

Bavê Cotyar, Mushin Hisên ji Rûdawê re ragihandibû: “Roja 29ê meha yekê (sala 2020), telefonek jê re hatiye û gotiye ez doktor im û were em biçin geştê bo nav berfê. Paşê derketiye ku PKKê ew desteser kiriye. Em nizanin guneha wî jî çi ye. Paşê bi rêya kanalên taybet ji me re gotin, ku ew li cem me ye û hatiye desteserkirin, em lidûvçûnan dikin û di nava 2-3 rojan de em dê berdin. Ew bû 97-98 roj ku hatiye desteserkirin. Em daxwaza azadkirina wî dikin.”

Rudaw
Top