• Monday, 01 July 2024
logo

Gundê Pilekane hatiye dorpêçkirin

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
Gundê Pilekane hatiye dorpêçkirin
nahêlin kes pêdiviyên xwe dabîn bike.
Ji aliyê çekdarên heşda şebî ve hatiye dorpêçkirin.

Gundê Pilekane ya li navçeya Sergeran ev demêke rastî êrîşên Erebên hawirde tê û dixwazin ev gund dagîr bikin.

Heta niha çend car bi piştîvaniya çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê Erebên hawirde hewla dagîrkirina Pilekane dane lê şêniyên gundê rê nedane wan û pilana wan ya dagîrkirinê têk birine.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê êwarê hêzeke zêde ji artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî çûne ser gundê han û ev gund dorpêç kirine û rê nadin ti kes hatûçûya gundê bike û nahêlin şêniyên gundê jî ti pêdiviyeke xwe ya jiyana rojane ji derveya gund dabîn bikin.

Herwiha çekdarên heşda şebî daxwaza hijmara (reqema) tirimbîlên şêniyên gundê Pilekane jî kirine.
Top