• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî li ser şewata kampa koçberan li Zaxo daxuyanî da

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî li ser şewata kampa koçberan li Zaxo daxuyanî da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo canjidestdana bav, kur û keçekê li kampeke koçberên Êzidiyan li Zaxo nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Gelek xemgîn bûn bi nûçeya vêketina agir bi li kampeke xwişk û birayên Êzidî li Zaxoyê ku mixabin bû sedema canjidestsana bav, kur û keçeke Êzidî û birîndarbûna hejmarekî din. Pirse sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyan dikin û hevbeşê xemê wan im.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsî: “Ligel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed axivîm û ew raspard ji bo lêkolîn û nirxandinê di rewşa kampê de bike.”

Di beşeke din a tiwtê de nivîsî: “Berdewam dibin di parastin û hevkarîkirina penaber û koçberên kampan de, ta dema bi xwebexşane û bi serbilindî vedigerin cihên xwe. Ev jî pêwîstiya wê bi hevkariya navdewletî ya zêdetir heye.”

Li kampa koçberên Şingalê, îro di encama derketina şewatekê de, 3 kesan canê xwe ji dest dabûn, ew bav, kur û keçekê bûn.

K24
Top