• Monday, 01 July 2024
logo

Li Efrînê di encama êrîşeke mûşekî de 13 hemwelatiyên sivîl birîndar bûn

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
Li Efrînê di encama êrîşeke mûşekî de 13 hemwelatiyên sivîl birîndar bûn
5 mûşek li bajarê Efrînê ketin û di encamê de 13 hemwelatiyên sivîl birîndar bûn. Grubên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve jî, gundên Efrînê yên navçeya Şêrewa û herêma Şehbayê dan ber topan.

Li gor nûçeya K24ê ku sipartiye jêderekî ji Efrînê, şeva borî demjimêr 22:00, 5 mûşek li nava bajarê Efrînê ketin. Di encamê de 13 kes birîndar bûn ku di nava wan zarok jî hene.

Di wê derbarê de Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kir, ew 5 mûşek ji navçeyên bakurê Helebê yên di destê rêjîma Sûriyê de ne hatine avêtin.

Ji aliyekî din ve jî, grubên çekdaran yên ser bi Tirkiyê ve ji derdora gundên Kiştiyar û Bênê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê û gundê Qirah û derdora kampa Serdem li herêma Şehbayê yên di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne, dan ber topan.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve ji ber 3 salan, dora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

Her car jî ew herêm ji aliyê grubên çekdaran ve tê topbarankirin û xelkê sivîl jî dibin qurbanî. Roja 23ê meha borî jî grubên çekdaran bajarokê Til Rifetê dan ber topan û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Basnews
Top