• Monday, 01 July 2024
logo

PDK peyameke pîrozbayî pêşkêş kir

Gulan Media February 18, 2021 Nûçe
PDK peyameke pîrozbayî pêşkêş kir
daxwaz ji wan her du yekîtiyan dike berdewam bin li ser xebatên xwe.
Behsa rola YXK û YCDK dike.

Îro mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi minasebeta 68 saliya damezrandina her du Yekîtiyên ciwanên demokrat yên Kurdistanê û Xwendekarên Kurdistanê peyamek pêşkêş kir.

Di peyama mekteb siyasiya PDKê de hatiye diyarkirin ku ev her du Yekîtiyên han di 18 Sibata 1953an de li ser ferman û daxwaza Rêberê netewî yê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzaniyê Nemir hatine avakirin.

Ji roja damezrandinê ve hate niha ev her du Yekîtî roleke gelek girîng û berçav lîstine û bi hezaran Xwendekar û ciwanên jêhatî pêgehandine.

Mekteb siyasiya PDKê herwiha diyar kiriye ku rola wan her du yekîtiyan di nava xebat û têkoşîna azadîxwazî ya gelê Kurdistanê de roleke diyar û berçave.

Di berdewamiya peyamê de daxwaz ji wan her du yekîtiyan hatiye kirin ku bi heman rihê û morala destpêkê berdewam bin li ser xebat û têkoşîna xwe û xizmet kirina doza reva ya gelê Kurdistanê.
Top