• Monday, 01 July 2024
logo

Parlamenterek: Du kes têkildarî êrîşa ser Hewlêrê hatine desteserkirin

Gulan Media February 17, 2021 Nûçe
Parlamenterek: Du kes têkildarî êrîşa ser Hewlêrê hatine desteserkirin
Endamekî Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku li gor zanyariyên wan têkildarî êrîşa mûşekî ya ser bajarê Hewlêrê “du kes ku destê wan di wî karî de hebûye hatine desteserkirin.” Lê saziyên emnî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hêj tiştek di wê derbarê de belav nekirine.

Nasir Herkî, Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê îro Çarşembê 17ê Sibata 2021ê dema beşdarî bultena demjimêr 08:00 a Radyoya Rûdawê bû, têkildarî êrişa mûşekî ya bo ser Hewlêrê axivî û got: “Li gor zanyariyên me du kes ku destê wan di êrîşa mûşekî ya ser bajarê Hewlêrê de hebûye hatine desteserkirin, û niha lêkolîna ligel wan jî berdewam e.”

Şeva Duşembê 15ê Sibata 2021ê demjimêr 09:30 deqe çend mûşek li çend cihên nêzîkê Firokexaneya Hewlêrê ketin xwarê. Yek ji mûşekan jî li Cadeya 40 Metrî ya bajarê Hewlêrê ket xwarê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku di encama êrîşa mûşekî de bo ser hêzên wan li Hewlêrê, kesekî sivîl ku belênder bûye hatiye kuştin, pênc belênderên din birîndar bûne û serbazekî Amerîkî jî birîndar bûye.

Piştî êrişê jî, grûpeke milîsan a bi navê “Seraya Ewliya El Dem” ku navê wê nû ye û berê nehatiye bihîstin, di daxuyaniyeke nivîskî de berpirsatiya êrişê li xwe girt û ragihand, ew dê li ser êrişên xwe yên bo ser hêzên Amerîka, Tirkiye û Îsraîlê berdewam bin.

Têkildarî encamên lêkolînên derbarê êrişên mûşekî yên milîsan de, Nasir Herkî got: “21 kes bi nav hatin destnîşankirin ku tometbar bûn, tevahiya wan radestî desthilata cîbicîkirinê hatin kirin, daku rêkarên qanûnî li hember wan bistîne.”

Roja 30ê Îlona 2020an jî şeş mûşek ber bi Hewlêrê ve hatibûn avêtin, Nasir Herkî ji Rûdawê re diyar kir, derbarê wê bûyerê de jî hejmarek xelk hatin girtin. Herkî got: “Li ser bûyera berê du ji wan kesên ku di bûyera terorîstî de beşdar bûbûn, bi alîkariya dezgehên ewlekariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin destnîşankirin û dîtin.”

Çend çavkaniyan ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji medyaya welatê xwe re gotine, 14 mûşek li derveyî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê nêzîkê binkeyê hêzên Amerîkayê ketine xwarê, di encam de belênderekî sivîl hatiye kuştin û pênc Amerîkî jî birîndar in.

Rudaw
Top