• Monday, 01 July 2024
logo

Yekîtiya Ewrûpayê: Kurdistan ne bi tenê ye

Gulan Media February 17, 2021 Nûçe
Yekîtiya Ewrûpayê: Kurdistan ne bi tenê ye
dibêje Kurdistan hevpeymaneke me ya girîng û steratejîke.
YE derbarê êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Konseya Yekîtiya Ewrûpayê derbarê êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YE di daxuyaniya xwe de bi tundî ev êrîşa han mehkûm û şermezar kiriye û ragihandiye ku ev êrîşa han metirsiyeke cidiye bo ser aramiya herêma Kurdistanê, YE êrîş bi tundî şermezar dike û daxwaz dike bilez bikerên êrîşê werin cezakirin.

YE di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku Kurdistan ne bi tenê ye, hevbeşeke girîng û steratejîk ya YE û Amerîkayê ye.

Weke tê zanîn beriya du rojan bo mûşekan êrîşî ser Hewlêrê hate kirin û di encama êrîşa han de welatiyeke Amerîkî canê xwe ji dest da û nêzî 10 welatiyên din jî ku 6 ji wan biyanî ne birîndar bûn.

Top