• Monday, 01 July 2024
logo

Li Zaxo agir bi kampekê ket: 3 kesên ji malbatekê canê xwe ji dest dan

Gulan Media February 17, 2021 Nûçe
Li Zaxo agir bi kampekê ket: 3 kesên ji malbatekê canê xwe ji dest dan
Îro serê sibê agir bi Kampa Bêrsiva Du ya Kurdên Êzidî li qezaya Zaxoyê ket û di encama bûyerê de 8 kes şewitîn. Ji wan 8 kesan jî 3 kesên ji malbatekê canê xwe ji dest dane, ku bavek, kur û keçeka wî ne.

Li gor agahiyan, îro demjimêr 02:30 agir bi kampê ketiye. Berpirsê Ragihandina Tendirustiya Zaxo, Emîr Elî ragihand: “Ji kesên şewitîne, pênc kes ji wan ji malbatekê ne û sê kesên din nîştecihê nava kampê ne. Ewên canê xwe ji dest dane jî bavek, kur û keçeke wî ne.”

Berpirsê Ragihandina Tendirustiya Zaxo ji Rûdawê re got, “ji kesên şewitî bav 31 salî, keç 11 salî û kur jî 10 salî ye.”

Kampa Bêrsiva Du, kampeke koçberan e ku Kurdên Êzidî lê dijîn.

Bi gotina Emîr Elî, sê ji kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya Şewatê ya Duhokê û du birîndarên din jî li Nexweşxaneya Zaxo tên dermankirin.

Berdevkê Polîsê Berevaniya Şaristaniya Duhokê, Bêwar Ebdulezîz ji Rûdawê re got: “Heya niha dibêjin bûyer ji ber kontakta elektrîkê bûye, lê komîteyek hatiye pêkanîn û derbarê bûyerê de dê lêkolînên zêdetir bê kirin.”

Peyamnêrê Rûdawê li Zaxo, Yûsif Mûsa ku ji bo şopandina bûyera agirpêketinê serdana Kampa Bêrsiva Du kiriye, ragihand ku bagerê bandor hebûye li ser gurrbûna agir.

Nîştecihekî kampê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got “Ji ber kontakta elektrîkê şewat derket, bagereke bihêz jî dihat û agir bêtir belav û mezin bû. Mixabin heşt kes şewitîn û ji wan jî sê kesan canê xwe ji dest dan.”

Kesek ji nîştecihên gund dema derketina şewatê dîtiye û ji Rûdawê re got “Eger tîma agirvemirandinê di dema xwe de hatiba, ew bûyer çênedibû, lê kes alîkariya me nake.”

Peyamnêrê Rûdawê li Zaxoyê amaje bi wê yekê jî kir, ku piştî bûyerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çûye nav kampê, daku wan kesan qerebû bike û alîkariya wan kesan bike ku di bûyerê de zirar gihîştiye wan.

Hezar û pêncsed malbat di nava Kampa Bêrsiva Du de dijîn, ku xelkê Şingalê ne û sala 2014 piştî êrişa DAIŞê koçber bûne.



Rudaw
Top