• Monday, 01 July 2024
logo

Silêmanî bahoz bûye sedema ziraran

Gulan Media February 17, 2021 Nûçe
 Silêmanî bahoz bûye sedema ziraran
duhê bişev bahozeke dijwar li Kurdistanê hebû.
Elektirîka çend taxên bajêr hatiye qutkirin.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya elektirîka Silêmanî, di encama bahoza dijwar ya duhê şev ya li Silêmanî de, gelek zirarên mezin yên madî ber hin taxên bajarê ketine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku jiber bahozê çend transîstorên elektirîkê yên di nava bajarê û derveya bajêr ketine erdê jiber vê yekê jî elektirîka çend taxên bajarê û derdorê bajêr hatiye qutkirin û niha tîmên çêkirinê mişxûlî çêkirina transîstoranin.

Ji aliyeke din ve her ji ber bahozê di nava bajêr de hijmareke gelek zêde dar jî şikestîne û ketine.

Top