Mihemed Helbûsî sersaxî da malbata Aram Baleteyî
![Mihemed Helbûsî sersaxî da malbata Aram Baleteyî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1613555523aram-balataiy.jpg )
Mihemed Helbusî bi peyameke sersaxiyê xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Aram Nacî Baleteyî ragihand.
Helbûsî diyar kir: “Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya parlamenter Aram Nacî, Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Iraqê gihişte min.”
Mihemed Helbûsî sersaxî da malbata Aram Baleteyî û got: “Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku sebrê bide xizm û hezkiriyên wî û wî bixe ber rehmeta xwe û bi bihişta berîn şad bike.”
Îro çarşemê 17ê Sibata 2021ê, Aram Baleteyî li nexwaşxaneyeke Duhokê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.
K24