• Monday, 01 July 2024
logo

Saman Berzencî: Amûrên pêwîst di destê me de hene

Gulan Media February 17, 2021 Nûçe
Saman Berzencî: Amûrên pêwîst di destê me de hene
dibêje hewlên hikûmetê bo dabîn kirina vaksînê berdewamin.
Dibêje em dikarin cerbandinên Koronaya nû bikin.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdisanê Dr, Saman Berzencî ragihand ku amûrên pêwîst yên bo destnîşan kirina cureya nû ya Koronayê di destê wezareta tendirostî de hene û tîmên tendirostî dikarin di cerbandinan de cureya nû ya Koronayê destnîşan bikin.

Saman Berzencî derbarê vaksîna Koronayê de jî diyar kir ku hewldanên hikûmeta Kurdistanê yên bo dabîn kirina vaksînê berdewamin û ji bilî ev 5 hezar vaksînan yên ku ji aliyê Çînê ve bo Kurdistanê tên şandin, vê Îraq jî hijmareke zêde vaksîn bide Kurdistanê.
Top